felek to bo legeł minda ewende tûş û nabarî

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 2 minutes  308 views
felek to bo legeł minda ewende tûş û nabarî
debê boçî yexem bigrê hemîşe sed giriftarî
le ’alemda gułêkim bû demaẍî pê mu’etter kem
nebû xałî le ẍem xatir, demê bo bezmî dîdarî
xuda bîpêçewe em xeywete şîne, hetakû key
le hewrî ẍem be sermana biřêjê awî azarî
kewanî çerx sed tîrim le řîşey cerg eda wextê
le kellemda misewwer bê xeyałî seyrî gułzarî
legełmana ewende tûřeye em dehre bê mîhre
ke her tałan û her sûtan, her kuştare kirdarî
be xiştî bêwefayî danra binçîney em małe
wekû neykirduwe, naka legeł kesda wefadarî
heway ew gułistanem kewte dił wîstim le şeqqey bał
bidem ta deçme nêw řîzî wenewşe û polî gułnarî
qeza dawî le gerdin xistim û bał û perî bestim
bełê tedbîr bê sûde neka teqdîr eger yarî
le çawey şewqî leylaPerson aw eger nexwa diłî mecnûnPerson
be şîrînî çilon meşhûr ebê dîwanî eş’arî
biłêsey awrî leylaye kewte xermenî mecnûn
be xwênî cergî mecnûne ke leyla sûre řuxsarî
çîye em bê deng û bê řenge wa dinya le dengî ew
piře û nabînrê bo hîç bîna ẍeyrî asarî
le tarîkî şewa şemi’it eger pêwîste wek mûsa
berew mîsrî dîdarî yar řêge bigre ber «zarîPen name»