le zexmî marî nefis û arezû nabînim azadê

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 2 minutes  410 views
le zexmî marî nefis û arezû nabînim azadê
nîye ferdê neka lem zexme bêdermane feryadê
hewa çaw û diłî însanî wa poşîwe têfkire
le sedha yek nefer naka le řojî axret yadê
weha mestî şerabî şewqî em dinyaye ehlî ’esir
nyane xoşewîstir lew bira û bab û ewladê
le wez’î xo hemû nařazî û tûře û beşî pê kem
hewes emřo ciłewkêşe çi bo şarî çi bo ladê
meke neqdî ḧeyatit serfî awa bûnî em çołe
be çawî xot ebînî herke baqî bêt bunyadê
mutała ke be dîdey fîkir ey dîde nema baqî
ne behramê ne darayê ne nemrûdê ne şeddadê
nîye şîrînê zehrî pê neda, em çerxe çepgerde
nebû û nabêt bê zexmî kułingî dehir ferhadPersonê
girane barim û bêzare em xake le kirdarim
be menził çon egem nîme le teqwa zeřřeyê zadê
fiřîwe teyrî dił, şwênî gume mełbendî nazanim
xudaya dawî seyyadêkî gerdin xey ne şeyyadê
serim wa lê şêwawe řêge bo meqsûd, xo nabem
xuda bo xatrî ayey «kilam alilhArabic» îřşadê
çi sexte teczye û teḧlîlî em derse meger şagird
bedestî gyan û dił bigrê yexe û dawênî ustadê
demêke lem quřaweyda çeqîwim řeḧmetê yařeb
derim bêrane ẍeyrî řeḧmetit kwa cêge feryadê
«tiḧdisArabic»bûne kem bem nî’mete nemdî be ’umrî xom
tenî bê êş û řencî řozgar û xatrî şadê
felek bo berde baranim eka bem core xo nemkird
wekû serbazekanî ebrehey bê şerim îlḧadê
be ummêdî necatit «zaryaPen name» lem gêje bîbêje
xuda bo xatrî řoḧî «risul alilhArabic» îmdadê