çi neqsêkî heye bo padşahê

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  320 views
çi neqsêkî heye bo padşahê
ke derbênê giriftarê le çahê
nîye bê hoş le ’alemda, le řeḧmî
meger wek min cesûrê řûsyahê
biřo ey badî sibḧeynê wekû merd
biłê ’erzî dekirdî piř gunahê
be xakî pakî asanit ke nîme
be ẍeyrî xakî asanit penahê
eto bît û xuda û hîmmetî xot
min û řû zerdî û derdêk û ahê
ewa xom xiste qapî ẍîretî to
emin zeřře eto xurşîd cahê
desim bigre û derim lem dawe bêne
dexîlim bimxe ser řahê, çi řahê?
şeqamî ew be şona hatwanit
berim negrî newek kêwê ke kahê
mexo ẍem «zarîPen name» key ew řoje pake
le şołey lutfî bêbeş ma gyahê?