çi kufrê řû eda çawim birînim sexte çarî key

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  362 views
çi kufrê řû eda çawim birînim sexte çarî key
be maçê def’eyê řeḧmê be lêwî wişkî «zarîPen name» key
weha ẍerqî xeyałî toye dił, ḧîssî elem naka
eger her leḧze sed coge le xwênî sîne carî key
minałî dił giřûy qendî lebî toy girtuwe gyane
çîye jîrî be sêwî memk û kułmî wek henarî key
demêke zehrî dûrî to xorakî qelbî naşade
xuda hełnagrê îtir duçarî zehrî marî key
le mujganî syahit ger bipirsî ḧałî min, dêjê
le xwênî ẍerqe ser ta pa çi lazim şêt û harî key
le baẍî řûtda dił bulbulê mest û ẍezeł xwane
hełîmefřêne zułme, wêłî deşt û kohsarî key
ke «zarîPen name» saknî kûçey ẍemî bałate ba carê
le řêgey lutfewe bew lêwe ałet pirsyarî key