ger be dîdey fikir biřwanî le şêwey řozgar

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 3 minutes  323 views
ger be dîdey fikir biřwanî le şêwey řozgar
têdegey ’eynen mîsalî keştîye bo řêbwar
seyrî tîjî řoynî nakey ke bo hawird û bird
wa be řêwe leḧzeyê nada pişû leyl û nehar
desteyê dênête dinyawe le tarîkî nebûn
desteyekî tir eba bo ’alemêkî nadyar
bê ewey aga bê kes lem hatin û řoyştine
yek swarî wiştirî tabûte yek lank swar
ew şikarçî wa le sarada be gulley tapřî
ẍerqî xak û xwên ebû polê neçîrî bałdar
řawyarî merg dawêkî be dewrîda tenî
kewte nêwî bew hemû parêzewe bê îxtyar
natwanê hîç kes lem dawe xo lada be ’eqił
ya le çingî řawyarê wa tesewr ka ferar
kwa le baẍî ’alema mewcûde darêkî weha
’aqîbet řîşey le xaka merg nebřê wek mişar
ba bika şîwen ’eşîre bo pyawî wa zerîf
seylî firmêsk le her dîde be xuř ba bête xwar
çun şewî matem be carê řoşnayî kird gum
awrî ḧesret le xo ba berbida şem’î hejar
bîrî seyrî baẍ nakiryê heta payz neyê
qedrî guł nazanrê her tawekû neřwa behar
cam bişkê, bade biřjê bezim kotabê dway
pyawekanî zîrek û xawen şi’ûr û hoşyar
«şêrbegî» xo taze nabînin be ’umrî xo beçaw
serperistê wa le xoyana ře’ûf û nawdar
gurg mirdin xoşewîsanî dizî daneçłekan
ah! bo wa kwêre, nabînaye, dîdey î’tîbar
ber lewey ê’lanî em koçe be dîwara dirê
lem heware toşeyê amade ken bo ew hewar
gişt ezanin bê dewame û bê netîce, bê sipas
nî’metî emin û feraẍ û sêḧetî sermayedar
arezûy hełgirtinî xermen xeyałî batłe
bê ewey tûyê le xaka dabşarê cûtyar
ger ẍerez her xwardin û xew bê le îcadî beşer
kame ferqî ademî û gaw û gurg û kemtyar?
řestigarî wa le mułkî xwaperestîda eger
lêreda tûyê biçênî řestigarî, řestigar
em hemû pyawane řoyştin legełyana neçû
ẍeyrî kirde, tîke nanê, şerbetê bo qebrî tar
îşî bedbextî nebê boçî ebê derka le dił
xofî em xewga bizanê zîrek û parêzgar
way bo em koçî ḧesretbarî yarane ẍemim
hemizbane, hemdeme, hem îstîkane, hem qetar
behreyê nada esef «zarîPen name» sebûrî çake çun
ehlî sebirin xawenî ecrî ’ezîm û bê şumar