xoşe pêm şîddet bisênê dembedem xwênî ciger

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  288 views
xoşe pêm şîddet bisênê dembedem xwênî ciger
bełkû řojê bo midawa ew tebîbem bête ser
xakî řêgakey be birjangim emałim ta nega
wextî hatuço le xar û xes be damanî zerer
surmeyê bo bînşî çawanî min des nakewê
çaktir lew xake ew pake be serya ka guzer
ẍunçe bo bînînî řuxsarî ke çawî hełbiřî
wa xecałet bû be şêtî kêw û herdî girte ber
ḧesretî ḧusnî wekû awir le cestey ber buwe
şem’ boye wa esûtê ewwełî şew ta seḧer
to ke sozêkit le şewqî şem le xatirda nîye
men’î perwane le soziş bo ekey ey bê xeber
wa xeyałî ḧałî řuxsarî peşêwî kirdûm
nîme fikir û bîr û hoşî îmtyazî pa le ser
çun tewafî ke’beyî dîdare awatim ełêm
min çi derbestim ke sed derdî giranim bête ber
«zaryaPen name» bê řenc gencî arezû des nakewê
xermenî meqsûd key des kewtuwe bê derdeser