le dayrey îta’et ewlad pay ke na der

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  396 views
le dayrey îta’et ewlad pay ke na der
kuř bê ebête kuřře, kiç bê ebête ’enter
adab û xûy şîrîn, şeytan ekate însan
fîz û hewa û tundî însan ebate kin ker
exlaqî çake řołe asarî ademîyet
nek kewşî birqedar û kewa û kot û mêzer
cwanî em zemane wa têdegen ke exlaq
şełwar û kotî cwane û tertîbî zułf û mûy ser
simêł metaşe kake bitaşe xûy pîst
lûsî be kar nayê adabî çake cewher
gum bû ḧeya û ’îffet edeb nemawe şonî
kemałe bê cemałe, bê ferqe berd û gewher
«zarîPen name» lemane medwê nemawe ḧîssî bîstin
ekewye ber leqe û gaz biřêk, êstir û ker