be to egirim pena řebbî ẍefûrim

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  278 views
be to egirim pena řebbî ẍefûrim
le mekirî nefsî emmarey şerûrim
meger řeḧmî eto yarîderim bê
we’îlla ẍerqî gêjawî qisûrim
be řêgey lareda řoyn heta key
meger min desteçîle bo tenûrim
le des em nefse serkêşe xuda, dad
çîye çarey diłî xałî le nûrim?
le defterma nîye yek zeřře ta’et
le şeřda xawenî sedha kirûrim
«yidî bîzaArabic»y ewê dozînewey řê
le sergerdanekanî deştî tûrim
ewey mayey jyanim bû biřawe
le tuẍyanaye serçawey ẍurûrim
beharim payzêke piř tep û toz
kilîle befre kêwî şarezûrLocationm
şew û řojî beserma dêt û eřwa
mîsalî dase, ’umrî pê edûrim
nebesrawe heta řêgey henase
hetakû mawe îdrak û şi’ûrim
hengawê hełgirim çake berew ḧeq
bidem ḧewlî cewazê bo ’ibûrim
beser ew pirdeda bê xofî kewtin
be tewfîqî îlahî řabbûrim
be ẍeyrî şermesarî nîme «zarîPen name»
řefîqî řêgeyî wa çoł û dûrim