qelbî min û şewqî ew zanîwte wekû çî wan?

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  379 views
qelbî min û şewqî ew zanîwte wekû çî wan?
em agire ew gugird, em badye ew fincan
asûde ebê key bim min lem ẍemî dûrîte?
penhanî ke to daym, wek řojî çiley zistan
lew řojewe çawanit řêgey be diłî min girt
karim çi nîye îlla awir le ciger berdan
dûrim le gułî gonay ew gułbine boyê wa
lem wextî behareyda payzime gełařêjan
ya řebbî be lutfî xot sa bîke le gerdinya
wek zulfî perêşanî, destî emin awêzan
em tîrî muje û şîrî ebroy dił awêzey
sedha wekû ferhadPersony be xwênî ciger ẍełtan
ser hełbiře biřwane dewruberî xot êjim
bew piřtewî řuxsaret perwane çîha sûtan
berqê le çiray kułmî dwêşew ke direxşawe
sûta wekû kêwî tûr mecmû’î řeg û êsqan
tenha emnî «zarîPen name» şêtî ẍemî dûrî nîm
lem deşte dirêjeyda çen zîreke sergerdan