ey serwî baẍî xatrî piř şewq û coşî min

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  384 views
ey serwî baẍî xatrî piř şewq û coşî min
çawit be naz hełbiře biřfêne hoşî min
bazařî ’îşwe matłe bê çawî mestî to
wek bezmî tereb bêdenge bê şî’rî xoşî min
dermanî diłî ẍemzede naka be nîgahê
meḧbûbî diłber û bê bak û le’il poşî min
bo heł’efřênî megesî dił le nebatit
ey şoxî nazperwerî şeker firoşî min
beynêke le sayey qedî ře’nayewe «zarîPen name»
lêwřêje le xoynî diłî bêçare koşî min