le xoşî dûr û nezdîkim be serçawey hemû derdan

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  370 views
le xoşî dûr û nezdîkim be serçawey hemû derdan
le deştî meyneta tenha minim ḧeyran û sergerdan
etirsim pêkewe kowe nebin em awir û awe
wekû nemdîwe pêko bin şemî wesił û şewî hîcran
le çerxî ḧewtemîn têpeř deka awazî diłxoşîm
eger bêłn leber dergakeyana bibme dirgawan
giriftarî kemendî zulfe dił têfkire ta çende
qisey mizir û be lezzet her wekû řêwasî «hêcanan»
be dewrîda wekû perwane bo gerdiş nekem herta
esûtim ew ke bem core şemî řuxsarî dagirsan
ełêm badî seba keşfî henarî baẍî diłber ke
îcazey baẍeban werbigre bo gûşîn û des lêdan
egerçî bê tewequf çû weha mestî temaşa bû
nema «zarîPen name» le xatrya lebîrî çû xeber hênan