le řojêko ke pêm na ’erseyî dinya heta mirdin

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  531 views
le řojêko ke pêm na ’erseyî dinya heta mirdin
pişûyêkim neda nemdî be ẍeyrî řenc û mîḧnet min
xelasî lem quřawî ’aleme nabînim îlla merg
ewîş bo ew kesane her ke ḧeq lutfî legeł kirdin
be zahîr baẍe, gułzare behare, «cinit almawaArabic»
be batin nare, mare ’eqrebe bo ademî gestin
firîbî xet û xałî bê wefay wa mexo şuẍłî
legeł çak û xirawa desbiřîne û abřû birdin
ke dinya xoşî awa bêt û tam û lezzetî awa
peşîmane ewey xoşî bwêt û pî nełê dujmin
kesê lem baẍeda mîwey le darî arezû nexward
dexîlim takû etwanin muḧîbî dînî eḧmed bin
řewîyey ẍedre dinya, mîhrî qehre, aştî cenge
be xasîyet mîsalî zehre şehdî bo beşer kuştin
hetakû mawî «zarîPen name» nabê çaweřwanî řaḧet bî
le toy xaka meger des ba be bê ẍem leḧzeyê xewtin