têbge hoşt eger qasir nîye

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  403 views
têbge hoşt eger qasir nîye
ferqî dêwane legeł qatir nîye
bo le nêwçûnî řewîyey qadrî
hîç azarê weha qadir nîye
em hemû haware eybîsî, berî
ẍeyrî jeng û qiswetî xatir nîye
key eme zîkire? be qanûnî «terîq»
dił legeł demda demê ḧazir nîye
qałbî nařêk, xiştî bo benna
layeqî dîwarî xořagir nîye
em wezîfe karî sułtanî diłe
karî zerg wixencer û agir nîye
nadrêkî pê dewê em me’reke
xo hemû hewşarîyê nadir nîye
lade lewla lêje bêro ser şeqam
wa mezane řê lewe çatir nîye
bêxî derwêşî ke teqwaye bira
hîç teqwayê lewa zahîr nîye
bo sema’î «یەا عیبەادی فەاتّeqûnArabic»
«zarîPen name»a emřoke gwê řagir nîye