eweta tîrî mujey, kewanî ebro nawe

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 2 minutes  514 views
eweta tîrî mujey, kewanî ebro nawe
bo qetłî ’aşiqanî ẍemî dił bê ḧesawe
bo seyrî xałî le’lî lêwî çûm û nemzanî
be dewrî řojî řûya zułfî biławe, dawe
bedûy wesłî diłberda legeł henasey serda
dił her wa le seferda çibkem nayête dwawe
saqî bêne ew came merhemî zox û zame
lem sîne piř sewdame emşew her xwên tikawe
leber derdî hîcranî egrîm şew ta beyanî
le dûrî çawekanî, dû çawim dû şetawe
ewe serwî řewane ya xo aramî gyane
ya qîbley ’aşiqane? lew bane řawestawe
ta key îma û îşare? derûnim piř şerare
’elacî nawê yare! bêje ta nesûtawe
piştî hełkird û řoyî wek xor le çaw awa bû
qyamet peyda ebê eger lakate dwawe
le şarî dił řořoye, şînî hîcranî toye
çawit ałoze boye derûnim ałozawe
ba bigrîm û bisûtim perwaney şem’î řûtim
pa besrawî gêsûtim bew dawe dił gîrawe
be hîçî tir nezanî qirimzî kewşekanî
be ser xakî řêgaya xwênî mine řijawe
wextê ke hatî şewqî gonat kewte ẍemxanem
nemzanî toy wemzanî mange goşey kêşawe
wa mestî badey şewqî bałaberzane qelbim
xeberêkî le wez’î dîn û dinyay nemawe
çawê ke tu nebînê bêbeşe le bînayî
diłê ke to nenasê dił nîye, berdî nawe
boçî be goşey çawê lêmit neřwanî tawê
eger to meylit wawê jyanî min fewtawe
ezanî bo ẍemgînim xoynaw dê le birînim
seyyadî nazenînim tîrî le cergim dawe
’umirim řoyî be tałî le ḧesret lêwî ałî
be ẍemzey çawî kałî, «zarîPen name» cergim biřawe