beratêke xuda, řojî berate

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  414 views
beratêke xuda, řojî berate
nimê lew awî ser çeşmey ḧeyate
çi serçawey ḧeyat ew zate pake
ke dirgawanî enbarî ’etate
le gułzarî wicûda hełbijêryaw
xolase û berguzîdey ka’înate
delîlî řê nezananî perêşan
ciłewkêşî xelayq bo necate
«risul alilh yة bo sةr maswî alilhArabic»
xetîbî xorinşîn û xorhełate
were ey dił serit danê le ser xak
derî em eḧmede şîrîn sîfate
be dû destî řica dawênî bigre
biłê ’alem be ummêdî řicate
eger «zarîPen name» ẍułamê bê wefaye
eto dû kewn merhûnî wefate