edeb, bê muşterî bê qedre wek zibłî xyabane

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 2 minutes  354 views
edeb, bê muşterî bê qedre wek zibłî xyabane
le dinyada ewêsta muşk û pişkeł nirxî yeksane
nezim bê nezim û nazim bestira dûkanî kûtałî
beřasî nařewac emřoke destey nuktezanane
zerafet barî kird û nuktewêjî mird û şa’îr hem
be xoy û karwanî şî’rewe wêłî byabane
le ḧesretda zibanim leng û diłtengim xudaya key
le medyen, dêtewe bo mîsir, em mûsayî ’îmrane
be xořayî nîye feryad û hawarim, temaşake
çi jakaw û şiř û şemzawin ew dîwane cwanane
be qurbanî řewîyey şa’îranî pak tînet bim
ke dinya awedanî barşî hewrî zekayane
ewaney wa be řiştey fîkir û ḧîkmet her wekû gewher
be řêkî honrawey destî teb’î nuktezayane
beçawî sûkî meřwane ke şê’rêkit le her cê dî
dexîlim çunke mîwey baẍî efkarî edîbane
be çawî îḧtiřamî têbfikire kake! her ḧerfî
hezaran gewherî amojgarî lê nimayane
esîrî xakî ladê bûm, mirdûm û ledes derçûm
wekû awî ḧeyatim saknî zułumatim el’ane
nîye yarê, řefîqê, hem zibanî, hemdemê «zarîPen name»
emin çibkem xudaya lem ecnine û ẍûl û dêwane