emřoke diłim piř le ẍem û ḧesret û derde

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  411 views
emřoke diłim piř le ẍem û ḧesret û derde
meylim be temaşay kej û dawênî herde
ey xak beser ’aşiqî bêçare, nesîbî
her tab û teb û coşî derûn û demî serde
hey, dił mede bew xałî leb û gerdinî mîna
afatî xîred, xałî leb û gerdinî zerde
zorin le çemenda semen û sûsen û nesrîn
bem diłberîy û şuxye, em nergise, ferde
ey badî seḧer wextî guzarit be çemenda
lutfê bike, lem bendewe bew şaye xeber de
gîrawî qulawî ẍemî hîcirim, be nîgahê
bał û peřî em bulbule lem çenbere berde
biřwane le «zarîPen name» ke le dûrît wekû bey
řengizerd û ciger řêş û ten alûde be gerde