ew firsete key dê ke le řoj em şewe la da

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  431 views
ew firsete key dê ke le řoj em şewe la da
řoşin kemewe çawî nebînim be temaşa
baweř bike dił ẍeyrî geyştin be wisałit
neykirduwe meylê be hemû nî’met û naka
dêjin be sebir dête ber em baẍî murade
bextî min û dewrî felek ew taqete nada
dawêkî bigîrî heye seyyad û ’ecayb
bem koşşe dawê le mil ew ahuwe naxa
her leḧze dû sed mertebe dił derbike řêy ẍeyr
bo sêberî serwî qedî to ḧetmye naba
ey serwî semerbey biłêsey şemî gonat
biřwane le perwane ke sûtawe serapa
ey «zarîPen name» zulêxaPerson ke nema sebir û qerarî
babête der ew yosfî ken’anPersone le çada