ey be nawit wicûdî her eşya

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 2 minutes  520 views
ey be nawit wicûdî her eşya
hîç bê nawî to nebû peyda
ewełî to le eweła azad
destî axir, le axret kota
nadyar û dyar û dûr û nizîk
bûyît û heyt û her ebît xuda
eserî sun’î bê qisûrî ton
herçî ḧewasî ême derkî eka
dił û hoş û demaẍ û çaw û gwê
dem û lêw û zuban û dest û pa
qametî řêk û sûřetî diłber
nutqî şîrîn û şêweyî şîwa
nî’metî toye dawte pêman
nê’metit ya îlahî «latuḧsîArabic»
şukirî tenya yekêk natwanim
ger zuban bê tewaw mûy e’za
bê xeber wa le şukirî to mawim
îmtyazim nîye legeł weḧşa
le eday şukirî nî’metit yařeb
cin û îns û firîşte ’aciz ma
zeřřeyê şukirî to be sedha qeřn
«ḧaşalilhArabic» kesê beyanî ka
îḧtiřamî beşer be ’îrfane
me’rîfet bê sipas des nada
tê bifkire le xot ta tê’egey
be ḧeqîqet le siřřî «kerّemْnaArabic»
gewherî tabnakî û ẍafił
ke çi destê hewîrî toy şêla
ah bo ême gewherî xoman
bê beha, bê ’ewez le des berda
be fiřînî heway nefsî şûm
bo le řêy musteqîm laman da
bo diłî řûn ebê cya kato
sêḧrî hamanî û yedî beyza
gerdinî îddî’at bişkêne
be teqazay firîşte gwê nedra
be zelîlî û xobe hîç zanîn
beşî adem bû «’elّme alasmaArabic»
kîbir û ’ucb û hewa û xudbînî
bang eken bêre dwawe řû bedwa
lem hemû cerde û řêgre yareb
her meger lutfî tonecatim da
řastî xoşe, meyterî nefsîn
yanî ha, şwan, gwê dirîje û ga
kamete ta’et û xwanasî?
kamete wer’ û ’îffet û teqwa?
řûsyatir ke min le hemwanim
ẍeyrî ’efut îlahî nîme řica
meke «zarîPen name» le řeḧmetit bêbeş
ẍeyrî řeḧimit nîyetî hîç pena