kwa zubanê wa ke bitwanê bika ḧemdit xuda

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 2 minutes  507 views
kwa zubanê wa ke bitwanê bika ḧemdit xuda
kwa beyanê wa bizanê şerḧî ewsafit bida
gerçî lem perwazeda piřhêze şabazî xeyał
bo fiřînî pabesêkî sexte «la aḧsî sinaArabic»
ew peřî perwazî ew şabaze çun em cumle bû
lał bûn ew hemuwe zanayane kes nutqî nema
ḧemdî to wek layeqî tuye qełem çun boy nehat
bû be dûpare zubanî û serî lê bû be pa
řûmetî dana le serxakî zelîlî û witî
her ebê em kare xawen kar xoy bo xoy bika
lêreda bê çawe dił, ḧeyrane, sergerdane hoş
eqił sersame, nezane, ’acze, bê cûłe ma
wasfan espî belaẍetyan piřûkan û ełên
wey çi damaw û becê mawîn le em meydaneda
hîç neqsêkî heye bo tobe ḧemdî xo bikey
ey dyar û nadyar, em nadyare aşna
asman û erz û herçî wa lewana, xelqî ton
aftab û mang û estêre û hewa û hewr û ba
zîndû û bîna û dana û twana û qedîm
ewwełit bê îbtîda û axirt bê întîha
kê twanayî heye dem ba le ewsafit eger
peřtewî xurşîdî tewfîqit nebête řehnuma
gewreyî to řebbena her to ezanî çoneçon
hîç zanayê nîye lem cêgeda ser danexa
şahîdêkî sadqe bo weḧdetit ey bê zewał
întîzamî řêk û pêk û sabtî erz û sema
«la» be tewḧîdit neheng asa demî çon kirdewe
ẍeyre mustesnayî hełlûşî mîsalî ejdeha
toxuda min bende û to qadir û min natewan
min feqîr û to ẍenî to padşah û min geda
wişke lêwim, tînûm, bê destełatim, çaweřêy
qetreyê lutfim le beḧrî řeḧmetit yařebbena
ew kese to natewê yařebbî çon bê řûbeřût
ew kese to bîxeye ser řê le řê çon la’eda
ey xudaya sa çirayêkim le řeḧmet bêne řê
ba le tarîkî şewî cehla hewa nemxate ça
wa nezanin ehlî zahîr bê beła menził egen
sed sikender bê xizir řêy pê nełê řê gum eka
zatî pakî to xuda «zarîPen name» be şahîd girt ełê
«aşihd en la alhArabic» ẍeyrî zatî to xuda