sefî egrîcekanî hate ser řû

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  482 views
sefî egrîcekanî hate ser řû
supahî zengibarî ser fereng çû
biparêze xuda em teyrî diłme
le daney xał û ḧełqey dawî gêsû
supay birjangî wêsawin be qesdî
ewe ber tîrebaranim biden zû
meger berqî cemałî kewte dinya
kewa awir le şarî sîne ber bû
perî şêwe be ’îşwey çawî kałî
eba hoşim be ẍaret, dił be cadû
çi şeyyadêkî çalake le ḧusna
dûsed ’enqa eka pabes beyek mû
be «zarîPen name» ger neka ew şoxe řeḧmê
giriftarî hezar afet debê zû