xuda çibkem le des bê taqetî çaw

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  522 views
xuda çibkem le des bê taqetî çaw
diłêkim bû ewîşî xiste gêjaw
beřûy ewda ewêsta xwên eřêjê
yexe û dawênî piřkirdim lexwênaw
lednyada nîye wek tê’efkirim
wekû min derdedar û xane şêwaw
be tîrî ẍemzey ew şoxen birîndar
diłî piř’êş û sîney piř le zûxaw
le dawî zułfî biřwane be her tay
dûsed şabaze pabesraw û gîraw
be bêbakî wekû «ḧeccace» bo qetił
cwan û pîr û ’alem nas û bê naw
çep û řasî temaşa ke ke ’uşşaq
mîsalî bulbulêkin waşe lêdaw
diłim beynêke bê asare daxo
betîrî kam tîr’endaze kujraw
beserhatî çîye lekwêye cêgay
le «zarîPen name» boçî wa xoy kirde toraw