le perde řojî řuxsarit ke derhat

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  545 views
le perde řojî řuxsarit ke derhat
dił û gyanim be carê xiste berpat
ezanim bo zyadî bînşî çaw
’ecayb surmeyêke gerdî pałat
be ser dû dîdeda dîde ’ubûrê
bike takû biga dîdem be awat
gułałey baẍî ḧusin û diłberî! key
ebê ew firsete, bême temaşat
le «cinat alin’îmArabic»y wesłida dił
temenna ẍeyrî seyrî řût nakat
be yadit kelle mest û sîne piř coş
bebê şewqit be kełkî çîm exwat?
cewałî piř le goşt û pêşeye ten
ser û řoḧê ke xałî bin le sewdat
xuda hoşê eger gewher binasê
xuda derkê le tarîkîm derkat
gelê bê hîmmete «zarîPen name» eger des
le damanî wefay ew şoxe ber dat