werin yaran temaşa ken le çawî piř le giryanim

koçî eḧmed muxtar caf
From the Book:
Baxçey Kurdistan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  1204 views
werin yaran temaşa ken, le çawî piř le giryanim
çilon qirçey derûnim dê, çilonê cergî buryanim
lebatî min biłên bulbul nexwênê qet be mil gułda
ke çon taze le des derçû, esasî keyf û seyranim
felek řeḧmî eger mawe, desa ba xwên bibarênê
melek namûsî xoy derxa, hemû bîn bo ’ezaxwanim
etirsim ger biłêm şêrim nemawe kes neka baweř
egerçî şahîde bo min xiroşî bêşełistanim
eya zumrey esîrî xem! ewa xem hat be ser xemda
werin ba quř be serda keyn, le bo eḧwałî kurdanim
eger dîqet le ḧałim key, ezanî zerbeyekî qurs
zihûrî kird, le ser xom û řefîqî ehlî nîştimanim
weten emřo be giryano, le bo te’rîxî way fermû
şika ejnom, diřa cergim, nemawe nûrî çawanimAbjad Numerals: şika aznum dira cirkim nimawih nur cawanim=1352