agir le kay kon ber nebê

From the Book:
Çepkê Guɫ û Xunçe
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  324 views
yaxwa le kay kon agir ber nebê
pîresałî şûm axirşeř nebê
hîç kesêk serî qet lê neşêwê
le ḧał û małî derbeder nebê
cûteweşênî tewîle û gewř
awatexwazim le pet ber nebê
bo deskewtinî caşe êstirêk
yaxwa qet mayn tûşî ker nebê
dinya serapa beheştî jîne
bew şerte mirov desbeser nebê
le sed pêławî minet xoştire
nan û mastawê ger bêgeř nebê
ew jîney ke wa janî legeł bê
be kełkî çî dê çake her nebê
bo pare parey xencer çatre
diłêk ke meylî lay dulber nebê
leřêy diłdarî nabê labda
ke ’aşiq le yad behrewer nebê
mergî baştire le jîn beřastî
ewî leřêy ḧeq dilawer nebê
her penabirdin bo lay xwa çake
ebê kes bo kes penaber nebê
lebo nasînî yezdanî gewre
pêwîste mirov bêbaweř nebê
ew kesey merd û jîr û zanaye
ebê bo gelî bêhuner nebê
bo řûxandinî binaẍey jyan
wa çake merdum bildozer nebê