herasî

From the Book:
Çepkê Guɫ û Xunçe
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  268 views
ewaney wa le diłdarî herasin
lenaw dinyay jyanda gêj û kasin
kesanî dûr le yaranî cwanin
hejar û pest û kemhoş û kesasin
nîgaran newbeharan çeşnî caran
xiroş û zemzemey şadî enasin
diłî min bo ẍemî ’eşqî nîgaran
betîne zor behêze corî asin
nefaman naḧezanî gêreşêwên
xerîkî hat û birdî deng û basin
bełam yaran le çakîy ême řazîn
deba bedxû be daxî dił bitasin