cêm nîye

From the Book:
Çepkê Guɫ û Xunçe
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  287 views
bo beheştî şadî naçim cêm nîye
pirdekey barîk û teske řêm nîye
pasewan daway îcazem lê eka
řêge nada têpeřim wa pêm nîye
bextekem sexte çeqîwim wek nemam
hîç xwanasêk ke agay lêm nîye
wa řeşe řûnûsekey lewḧey umêd
kê ezanê kêm heye ya kêm nîye
êste wa çake ke min aware bim
çunke min řûy jînî şar û dêm nîye