serim lê şêwa

From the Book:
Çepkê Guɫ û Xunçe
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  349 views
serim lê şêwa le katî şêwa
lenaw cengełî dirinc û dêwa
serim lê şêwa ke naḧezim dî
le beynî darî henar û sêwa
serim lê şêwa ke dîmî nîgar
zor le ḧałêkî mat û peşêwa
serim lê şêwa le daristana
win bûm le nêwan dalîtî mêwa
serim lê şêwa ke bizûtmewe
legeł namerd û har û bizêwa
serim lê şêwa le nîwey şewa
wek şêt şeqamî şarim epêwa
serim lê şêwa minî besziman
řahatim letek tane û cinêwa
serim lê şêwa ke wa embînî
bûme dêwane le herde û kêwa
serim lê şêwa wekû keř û lał
witarim nema le dem û lêwa
serim lê şêwa ḧeqim le des çû
be nefam derçû nawim le nêwa
serim lê şêwa le çołî jîna
eřom be çem û doł û nişêwa