pirs û wełam

From the Book:
Çepkê Guɫ û Xunçe
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  333 views
gułî baxî se’adet kê řwandî?
demî şîrî şeqawet kê swandî?
meger befrî kejî xem kê twandî?
desî dêwî felaket kê şikandî?
hemû ew yare bû bem kare hesta
ke wa yezdan be watey xoy dwandî
hemû tomarî tawanî hejaran
be pence û destî cwanî xoy diřandî
ewey mandûy xerabatî sitem bû
le baẍî kameranîda ḧesandî
serî berz û biłindî xwanenasan
be hêzî bazû wek goçan çemandî
ewey ême le destî řenceřo bûyn
lejêr barî ẍem û hemda pisandî
nîgarim mestî badey ’eşqî jîne
newek meste be wîskîy dya birandî
wekû em yare diłdare benirxe
le ’alemda emanbîst û emandî
bełê pêwîste wa bê yarî diłsoz
ke bem kirdare çakaney nwandî