řaz û nyazî kiç û dayk

From the Book:
Çepkê Guɫ û Xunçe
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 2 minutes  310 views
kiç:
daye temenim wa geyîye sî û dû
hawsałanî min gişt diran be şû
xawenî mał û minałn hemû
ejîn le dinyay xoşî û arezû
le destexuşkan her min mamewe
ejîm be gyanî bê’aramewe
řenge bizanin min berd û darim
ebê her ẍem bê gişt îş û karim
piř le zûxawe xwên û demarim
pestim bêhestim diłbirîndarim
serêk hełbiřn xwa binasin
boç êwe bo min wa kemherasin
dayk:
řołekem daykit be koy zuxał bê
çawekem kwêr bê zubanim lał bê
xwênî cigerm be to ḧełal bê
namewê xefet beserta zał bê
katê êware bawkit hatewe
nayełim hergîz biḧesêtewe
ebê bełênim bidatê tewaw
em kare zor baş bigrête berçaw
xoy agadar ka le diłî řencaw
to nefewtênê bo zêř û diraw
ger lawêkî baş hate xwazbênî
derbazî neka be diłişkênî
kiç:
daye ezanim qiset diruste
ẍemxiwarî minî bo em mebeste
bawkim hatewe xêra ke heste
têy bigeyene hîç řameweste
zû řizgarim ke to lem gêjawe
diłim tirûskey hîç tya nemawe
temenî cwanîm wexte beser çê
diłim le goşey derûn beder çê
mîkirobî werem řû bo ciger çê
bese bo çi wa be herder çê
ba neçme naw goř be namradî
ta mawe nextê umêdî şadî