eger zanîwte

From the Book:
Çepkê Guɫ û Xunçe
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  301 views
eger zanîwte basî min
perêşanî û kesasîy min
derûnî germ û sûtawim
diłî pest û herasî min
çilon lem gyane bêzarim‏‎
peşokawe ḧewasî min
be tałan çû ser û mal û
niqûd û eskenasî min
ke ḧałî bûy be řûnakî
le kasey meẍzî kasî min
le şêwey şûmî şêwawim
le bergî wek pełasî min
diłî nerimit esûtê zû
be jînî bê’asasî min
epirsî dadî min ekirê
le derd û ẍem xelasî min