dêbukirî

From the Book:
Deştî Germyan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  556 views

çunke em hozî dêbukirîye xoyan dawa eken ełên ême ’ebasîn yanî le ewladî ’ebasî mamey pêẍemerin «misilim» leber ewe be pêwîsman nezanî zor tê koşîn bo řûnkirdineweyan, hênde exeyne pêş çaw ke hozîkî zorin û ’adetyan waye be serokî hozekeyan ełên ’êl xanî û wişey ’êl xanî wişeyekî turkye çunkû turkekan xeber exene pêş mobtedawe ’êlxanî yanî xanî ’êl. îtir le lay hîç kesê řûn nîye be tewawî ke em hoze le çe řegezêkin, û hendê ełên le domey kiłaşkerekanî şarî dyarbekirLocationn. em dêbokirîye ew natewawyeyan heye ke le lapeřey mêjûy kurdistana be dû řû nasrawin yanî hemîşe legeł dijminekanî kurdistana gifit û goyan buwe. we hendê xûy çakyan buwe ke bêçuwe aẍakanyan hemû ’ilûmî dînî û ’eřebîyan xwênduwe zorcar nwênerî nawçey bokanLocation le taranLocation lewan buwe.