mukirî

From the Book:
Deştî Germyan
By:
Qani (1898-1965)
 2 minutes  903 views

mukirî hendê ełên le ewladî seyfedîn mukirîPersonn em seyfedîne, hênde bilîmet û wirya buwe le naw seroke ’eşayrekan be seyfedîn mukirî nawbangî kirduwe, budax sułtanPersony meşhûrî be dirêjî temenî fermanřewa buwe beser ew parçe kurdeda ke le azerbayncan êran daniştûn û hendê carîş destî kêşawe beser wirmêLocation û meraẍeLocation û kêwekanî kukî û bałanîş ke dû dên le nawendî şarî neẍedeLocation û şarî wirmêda. qeła û qełaçeyekî kirdotewe ke be saxtimanêkî zor giring û kon ejmêrêt û awêkî hênawete ser ew kêwe bo naw qełakey êste kes nazanêt çawgey ew awe le kwêye û le kwêyewe hatuwe. yekê le deskarî ew pyawe berze mizgewtî sûrî sabłaxe ke hêndey mewqûfey bo danawe ne ders bêj, pêşniwêj, qutabî we ne bangibêj natewaw nebin.

budax sułtanî nawbiraw be watey zor mêjûnas le tîre û řegezî babanî ’êraqe, begzadey feyzułłabegî, ke hozêkî zor be namûs û řeşîd û xanedanin le newey budax sułtanin. hozî feyzułła begî çen qaremanî nebezî fidakarî dilawerî wek eḧmed xanPerson kuřî xelîl xan meşhûr be salar û ’ebdułła xan û miḧemed xan biray eḧmed xanî tya heł kewtuwe ke le nawçey seqizLocationa pêy ewtira eḧmedxanî fařûqî, em eḧmed xane be bê sûç û qebaḧet xoy û ew dû bira řeşîde nîştimanperwereyan le yek tenaf. inşa’ełła em hoze řeşîde xizmetguzarî nîştimane le sirwey ber beyana hemû îşe qaremanîyekanyan exrête pêş çaw beraderan.