le şeş pîtekey cûtî pêş û paş

From the Book:
Dîwanî Goran
By:
Goran (1904-1962)
 1 minutes  326 views
le şeş pîtekey cûtî pêş û paş
qisey minałn bo şit cwan bê û baş
le sêwe bo pênc kizî û bêdengî
yek ta sê zistan mayey diłtengî
herkes le yekem ta çwarî zor bê
dezga û dûkanî yaxwa her mor bê
ta êsta nirxî êcgar girane
tawanîş dyare hîy şarewane
bizanî meteł sewzey řûsûre
ełêy le wizey kiřîn ay dûre!