le yek ta sê sałî pêşû

From the Book:
Dîwanî Goran
By:
Goran (1904-1962)
 1 minutes  394 views
le yek ta sê sałî pêşû
le ḧewt ta no ḧałî pêşû
yek, dû, sê, pêncî leser bê
wirgî xawen tema’ edřê
le şeş bo çwarem bałdare
bê heştem pît pelamare
cêgayeke em metełe
lay ême piř le temełe
le zor cêgay em dinyaye
diłsozanî gelî tyaye
be jimare heşte pîtî
hełîbênî ziring û zîtî