meteł biřbiřey piştî wiłate

From the Book:
Dîwanî Goran
By:
Goran (1904-1962)
 1 minutes  402 views
meteł biřbiřey piştî wiłate
serberze gerçî peřpût û late
le şeş pît pêk dê û şeş heta çwarî
lenaw řengana řengêke dyarî
şeş û dwan û yek dengî lêwe dê
syan û dwan û çwar de’bay tya enwê
yek û çwar legeł duwem û pêncem
awêke le jar tałtire be dem
yek ta çwar bê sê deme û hengiwînî
hengiwînêk be gwê eda şîrînî
bizanî meteł kam çyay berze
hezar «namexwa»t leser jîn ferze