metełî bedkar le ḧewt pît pêk dê

From the Book:
Dîwanî Goran
By:
Goran (1904-1962)
 1 minutes  389 views
metełî bedkar le ḧewt pît pêk dê
najî wek espê xwênî xełk nemjê
yek û dû deste, pênc û şeş û ḧewt
baweşên ekirê hawînan ke xewt
pênc û şeş, sê û ḧewt le awrîşim edřê
le xerman ḧewt, sê, yekî pê ebřê
pênc û çwar û sêy řenc eba wek ba
wek pênc û dû sê û yek leser eda
eger hełbênî metełî nasaz
nizat bo ekem bibî serferaz