meteł şeş pîtî kurdî û asane

From the Book:
Dîwanî Goran
By:
Goran (1904-1962)
 1 minutes  802 views
meteł şeş pîtî kurdî û asane
ḧeqêke leser xwêndewarane
sê yek û dwan û pêncem û şeşem
bo «jîn» ebête nirxî heftane
çinok řa’eka bo sê, dû, pênc, şeş
pêy biłêm hî sał bike řewane
biłêm hî şeş mang, ełê: sê, pênc, çwar
ba bête xewt nîwey sałane
eger bo pare hełkutme serit,
ebînî meteł leser zimane!