metełî ḧewt pît şa’îrî mezin

From the Book:
Dîwanî Goran
By:
Goran (1904-1962)
 1 minutes  407 views
metełî ḧewt pît şa’îrî mezin
bulbulî kurd bû bo şîrîn xwêndin
awazey çeşnî hîy yek, dû, çwar bû
me’nay řengînî wird wek yek û dû
yek û dû û çwar û pêncîşî leser
pîşey bû leser řûy deryay huner
be şîley cûłey çwar û ḧewt û şeş
be kurdizmanan şekirî eda beş
bidozîtewe kêye metełim
ełêy her bijî yarî legełim