ḧewte metełim jimarey pîtî
From the Book:
            Dîwanî Goran
        By:
                Goran (1904-1962)
        
             1 minutes
             1149 views
        
        
    ḧewte metełim jimarey pîtî
mijînî mangay xełqe nerîtî
pîtî sê û pêncî legeł şeşemî
bote ho lêman dapçiřê demî
ḧewt û şeş û dû legeł sê beřîz
şitêk nîn çûbî belaya hergîz!
zyandare wek pênc û şeş û ḧewt
deryalûşêke bo çaławî newt
gwêçkey taq kewtûy wek hîy ker dirêj,
kilkî kut û mit marêkî jarřêj
çîye em de’ba diřinde û pîse?
pênc bwaye pîtî etut îblîse!