wênekem hełbigre kurde, ba bibê bo yadgar

From the Book:
Guɫaɫey Merîwan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  1044 views
wênekem hełbigre kurde, ba bibê bo yadgar
ba bimênê yadgarim, paşî xom bo rojgar
kurde em serme serêke! piř le sewday nîştiman
çawekanim bo kizîy kurdane eşkî dête xwar
em demem her ew demes, hawarî hozim pê ekird
gwêm her ew dû gwêyeye, eybîst seday giryan û zar
destekanim her be ah û nałewe emdan le yek   
geh le tepłî sermedan û gahê sîney piř cexar
pencekem ew penceye, katê ke pênûsî egirt
şê’rî kurdîm pê enûsî, her le yek her ta hezar
dił her ew denkałe goştes dayma piř bû le zux
cergekem çeşnî kebabe bo kizîy kurdî hejar
laqekanim hełgirî laşey zebûn û piřxemim
ya be şwên nana eřoyîn, ya le dest dujmin fîrar
«qani’aPen name» em derdîserye her be tenya to nebûy
îşî herwa dax û derde, çerxî koney řojgar