têkoşînî baz û kełeşêr

From the Book:
Baxçey Kurdistan
By:
Qani (1898-1965)
 2 minutes  431 views
carêkyan bazê teřlan tewarê
kewte řaw kirdin le kohsarê
kełeşêrî zil le heware konê
cêmabû le xêł beher çilonê
ke bazî çaw kird çuwe jêr darê
nek baz bizanê boy bête xwarê
bazîş nîştewe leser popey dar
temaşay ekird le jûr û le xwar
nwařî kełeşêr xoy pisû dawe
be řûy xakeda çak damirkawe
řûy têkird witî ey yarî ẍem xwar
hawpeř û hawxiwên herwek min bałdar
boçî etirsî hełfire bo lam
tawê danîşîn be meyl û meram
ba le jînî yek çak şareza bîn
le paşan her kes bo cêy xoman çîn
metirse çaxî zułim nemawe
xwênmijîn tewaw be řûy dinyawe
kełeşêr zanî ke baz naykujê
her wekû caran xwênî namjê
le kun hate der nwařî bo lay baz
legeł yektirî kewtine řaz û nyaz
witî ey şabaz xawen desełat
min bałim nîye hełfiřim bo lat
ebê ’efûm key twanam nîye
ke nemtiwanî desełat çîye
baz weramî da temełî bê xêr
kizî jêr des jin be nane řeq fêr
eweł ta axir tênekoşawî
boye wa êste tewaw damawî
tekan de lexot ta egeyte lam
kê bê têkoşîn naga be meram
be têkoşînit zor bê ya kem bê
egey be amanc xatirit cem bê
kełeşêr le řya ẍîretî nwan
bo lay hawřêkey bałî řaweşan
sê yekî řêgay tey kird û dakewt
çon dakewtinê zor be lar û çewt
emcar dûbare day le şeqey bał
geyye nîwey dar be hezar eḧwał
bo carî sêhem hêzîda bałî
beher corê bû geyîşte pałî
demyan na naw dem yektirî becoş
yek be yektirî tewawî serxoş
çûnke kełeşêr hêzî da be xoy
ewe ke eywîst çak destî da boy
her kes têkoşa şwênî dyare
bo mirdin çake pyawî bêkare