sabûnî keffî pêye kefî zarî çaplûs

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  1059 views
sabûnî keffî pêye kefî zarî çaplûs
xasyetî řeqqî heye nermî zubanî lûs
ey dił! xeracî ḧasłî zułmatî beḧir û beř
mîratî î’tîbare le furzendî feyleqûs
bunyanî kîbir û serkeşye taqî kîsrewî
dananî zułim û řûřeşîye textî abnûs
binwaře bûnî ewwełit û çûnî axirt:
hatî çi řût û qût û, hełatî çi lûs û pûs?!
ger feřiř û tac û zînet û şewket wefay debû
bê derdî ser demanewe bo tawis û xurûs?!
ger ab û tabî cennetîy û dozexît dewê
binwaře nêw çewanî beşûş û biroy ’ebûs
bo meşqî ’îşqî zułfî nîgar û nîgarşî
nalîPen name le xameda buwete şahî tuřřenûs