tê bifkirê ke seraser hemû îşim hunere

From the Book:
Baxçey Kurdistan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  637 views
tê bifkirê ke seraser hemû îşim hunere
řemz û me’nayî kelamim be ḧeqîqet gewhere
hîmmetim ’alîye emma çî bikem kîse tehî
bazî teřlan û teware ke bebê bał û peře
xew legeł eşkî xema hat û le çawim řoyî
negeřawe be gumanim legełî hawsefere
nîgehî çawit eger cergî minî kun kun kird
tîrî mujganit ḧekkak û bo ’eqîqim cigere
le byabanî fena bo seferî miłkî ’edem
pê beser ser beqedem lêde biřo bê xetere
segmeges war le dewrî segeket dême tewaf
xakî jêr pêy segeket bo megesî dił şekere
sîneket xałye qani’Pen name diłeket şwênî nîye
lay çi şoxêke diłit boçî weha bê esere?