pêstî wirçî nekujraw mefroşe

From the Book:
Baxçey Kurdistan
By:
Qani (1898-1965)
 2 minutes  529 views
sałê wirçêkî diřinde û çalak
yaxî û pyaw xor, netirs û bê bak
çen herdewanî zig hełdiřî bû
milî çen kesî lebin çiřî bû
tesadif pêstî zor qîmetye kird
bê des eyřiwanî û des darîş eybird
dû nefer řawçî kewtine ser xeyał
em wirçe bikujin sa be her eḧwał
her dû becarê řoyîn bo bazař
pare qerz biken lay çerçî û ticař
eyanut le lay dûkan darekan
pêstî wa nebwe le dewrey zeman
benaw yek pêste, beqey dwane
be pazde dînar hêşta herzane
çîyan lazim bû cêbecêyan kird
çûn bo wirçe řaw espayyan bird
tifengî zor çak fîşek karxane
etut řostemî mazenderane
ke geyştine herd wirçe boyan hat
yekêkyan xêra xoy negirt heł hat
çuwe ser darê herwa zû be zû
beser darîşo qerarî nebû
ewî tir lewî neytiwanî řa ka
pena beser leq popey dar biba
xoy da be erza leser lepe û řû
ejnoy şika bû hîç çarî nebû
wirçe hate lay be bole û gałe
kabraş xoy kirde mirdûy sed sałe
wirçe bonî kird beser kabrawe
řwanî nemawe beřûy dinyawe
desî lê neda û řûy kirde nizar
ke wirçe řoyî le dar hate xwar
witî bira gyan demî na bin gwêt
to xwa pêm biłê wirçe çî wit pêt?
witî kakey xom eger çî mirdim
nesîḧetêkî bawkaney kirdim
witî carê tir wirçî nekujraw
pêstî mefroşe be barê diraw
îtir wesyet bê ke be gwêy bikem
carê tir awa pen be xom nedem