mîhir be hejar

From the Book:
Baxçey Kurdistan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  551 views
serdese jêr desey hejar û feqîr
mey firoşe be bizin û gîsk û çitîr
ře’yetî ser kiz û feqîr û hejar
meyxewe ḧepsixane û zincîr
to xuda destî, qudretî pêday
meyşkêne serî fela be gizîr
ne teřî ke be awî feḧiş û cwên
ne bisûtê be agirî tezwîr
wekû to ḧakmî be mil ew û em
ḧakmî qwîşe padşahî qedîr
bê mirwet mebe le ḧasî şwan
têk eda qehrî ḧeq û sera û serîr
ey geda toş xefet mexo be nebûn
çûn xiraptir le feqre narî se’îr
şukirî ḧeq ke newa le ew dinyaş
bî be aw ser kem geda û feqîr
to biray çak be şê’rekey qani’Pen name
wa bizane nesîḧete û tegbîr