hawar bo pêẍember

From the Book:
Baxçey Kurdistan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  727 views
ya řesûł ełła ẍerîqî gêjî ’isyanim meded
bo ficûr û fisq bêşk me’den û kanim meded
bê behanamo dexîle řojekey «helْ mîn mّezîydArabic»
çûnke sûxtî dozexe ser ta bedamanim meded
çon negryem bo xecałet barî û şermendegîm
guł le miştî nefsî şum û mekirî şeytanim meded
ger şefa’et çarî derdî min neka me’lûme lam
mil be tewq û dest bestey qehrî řeḧmanim meded
xo xwa fermûyetî «لەا teqْnetuwa mîn rّeḧْmeةyArabic»
mijde bo ehlî şeqaye û min ře’îsyanim meded
întîzarî hewrî lutfî řeḧmetim bo qetreyê
ba segîş bim musteḧeqqî luqmeyî nanim meded
çawî omêdim bibê tozê lebo řojî ceza
řoy hîwakem waye ’ibdî şahî merdanim meded
ah û nałet bo řyaye qani’aPen name sûdî nîye
quř bipêwim her le ejno ta be ser şanim meded