bo weten bêşey şêranim ḧesreta sed ax û dax

From the Book:
Baxçey Kurdistan
By:
Qani (1898-1965)
 2 minutes  745 views
bo weten bêşey şêranim ḧesreta sed ax û dax
bo řewacî kurdekanim ḧesreta sed ax û dax
bo se’îdî newcewanim ḧesreta sed ax û dax
bo swarey şemzînanim ḧesreta sed ax û dax
bo birakanî şîmalim ḧesreta sed ax û dax
ey weten kwa řewneqî ’esrî selaḧ eldînî to?
ey weten kwa ne’retey sed řostem û giřgîn to?
ey weten kwa kohkend ya lenceyî şîrînî to?
ey weten kwa şewq û ’eyş û sosen û nesrînî to?
bo birakanî şîmalim ḧesreta sed ax û dax
çon nenałênim le daxî gerdişî çerxî zeman?
kwa şikak û kwa luř û kwa debdebey babanîyan?
quř beser xom derbeder xom bo demaxî kurdekan
her biłêym çake hetakû řojekey axir zeman
bo birakanî şîmalim ḧesreta sed ax û dax
şêr ke hat gîrode bû sed ne’rete û nałey be hîç
’aqłê gwê lê neken fikirî dûsed sałey be hîç
baxî bê nergis ’ezîzim sed gułî jałey be hîç
şîn eger dił piř neka sed şořş û gałey be hîç
bo birakanî şîmalim ḧesreta sed ax û dax
ey weten bo bûy be şarî murd tarî ’enkebût?
ey weten bo bê sefa û bezmî le berçî řût û qût
ey weten ême nimekgîrî etoyn wek melkemût
wayn le ḧepsî ecnebîda deste deste taq û cût
bo birakanî şîmalim ḧesreta sed ax û dax
qani’aPen name tenha temate çî be çî key quř beser
em wetenmane ledes çû kewte naw gêjî xeter
yek yekî ger ehlî dił bin, derkiran û derbeder
toyş benaḧeq xot exeyte mehleke û bezmî çemer
bo birakanî şîmalim ḧesreta sed ax û dax