giftugoy ga û ker

From the Book:
Baxçey Kurdistan
By:
Qani (1898-1965)
 3 minutes  898 views
ga witî be ker merḧeba kake
çakî çilonî eḧwałit çake?
êsteş wek caran barkêşî barî
ya lebar kêşan tewaw řizgarî?
xo şukur aẍa û ḧacî dewłemend
bo bar hênanyan wa lorîyan send
goştit naxurê biłêm kebabî
zor naşrînî bo swar bûn nabî
beřełat eken serbest û azad
bisûřêrewe zor be xatir şad
barit lênanên her binirkênî
leberew jûre areq biřjênî
neqîzey bizmar dirûst naken bot
be hêwaş hêwaş be’arezûy xot
bigeřê lenaw deşt û çyada
xot bigewzêne le mêrgî gyada
bełam min cûtker her berde barim
ełbet musteḧeq ya gunaḧkarim?
heta pîr ebim eme ḧałme
be şew û be řoj řencî sałme
katê ke pîr bûm emden be qessab
qessabîş emkat be lûley kebab
em dîw û ew dîw çak embirjênê
ya lenaw řona hełm eqirçênê
be herzan emdat be hejarekan
eme ḧałme le dewrey dewran
weramî ker:
ker witî ey ga bexwa hîlakim
le jêr barkêşan tewaw xemnakim
çûnke utumbîl bo pare dare
bo ferde tûtin bo şare û şare
caran min tenha emsał bo ew sał
kakêşanim bû legeł darî mał
bełam êsteke ebê bar bênim
xêzan bexêw kem xoyşim bixinkênim
kiras keybanû lastîkî minał
bom tewaw nabê be de bar zuxał
ebê bîst bar bê be na’lacî
ewsa tewaw bê qerzî mam ḧacî
xawenim selem eka be tûtin
tûtnî nabê dête estoy min
kake gyan boye tewaw dił řêşim
beşew û be řoj ebê bar kêşim
min kewa yekcar małim wêrane
ta xerc giran bê barim girane
bełam ey gacût mujde bê bo to
kewa tiraktor hatuwe emřo
ne cûtit heye ne bar ne gêre
bo xot azad be lem germesêre
weramî ga cût:
ga witî be ker biray hawderdim
lemin xirabtir henase serdim
nawî tiraktor lay ême nîye
bexwa nazanîn tiraktor çîye?
eger tiraktor małî pareye
xawenekey min her awareye
eme de sałe cûtî bo ekem
parem lê nedî ne zor û nekem
xemî xom naxom her xemî tome
lelay xoy ełên çerxî etome
bo çerxî etom ebê her wabê?
komełî cêmaw her le dwa bê?
sed hezar xozgey hejaran be zû
be dewranî berd ke zanist nebû