şewî beharî cwanî xewê bû piř teşwîr

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 2 minutes  1999 views
şewî beharî cwanî xewê bû piř teşwîr
le fecrî payîzî pîrî beyanî da te’bîr
çi şew, çi řoj? weha kurtî lehu û le’b û mîzaḧ
ke herdû wek yek çûn be neẍmeyî bem û zîr
esef dirêjî şew û řojî ew şew û řojem
qusûryan buwe tûlî nedametî teqsîr
sewadî tuřřeyî ew îştîbahî sehwî cwan
beyazî ẍuřřeyî em întîbahî sucdeyî pîr
wekû neharî beharî dirêj û payîzî kurt
emel gelêk û tewîl û, ’emel kemêk û qesîr
ẍubarî ew şew û řojen řidênî maş û birinc
ke têkełn şebehî subiḧ û şam û şîr û qîr
sipî nezîre hemû mû le sîřřî wecْhuArabic le ser
munewwere, le teref nûrewe buwe be nezîr
mirûrî nekse ke ’eksî qemer deka be řemeq
dubûlî nîkse degêřê ke ’eksî řîş be şîr
delîlî řoşne bo bedi’ û ’ewd û kurtîy ’umir
tenî hîlal ke be tel’et cwan, be xel’et pîr
le şerḧî hey’etî metnî beden ke her cuz’î
seqîme, ’acze tesḧîḧ û řabîtî tedbîr
têda ḧedîsî ḧedaset ze’îf û metrûke
ke qet’e sîḧḧetî îsnadî ’en’enî teqrîr
çi mişt û pence? wekû miştî şane řeq ke dełêy
le şanîda nebuwe dest û birdî kuşt û gîr
çi qed kewanê? wekû pê şikaw û uftade,
ke bazî sê qedemî qet nedawe wek peřî tîr
le neḧu û serfî edatî mepirse ey mu’rîb
ke řefi’ û nesb û ceř û cezme aletî teqrîr
weha seqîm û mucezza ’ewamîlî ecza
ke aletî ’emelî neḧwî meḧwî seḧwî zemîr
ḧurûfî ceřře têyanda nemawe awî ’emel
hemû mu’elleq û mulẍayî ’amîlî teqdîr
be ẍeyrî «’en» ke le bo nezi’ û ’ezlî zenbûre
ke jarî marî neçêjê ’useyleyî hencîr
xurûcî «ba» le lusuq û «’ela» le îstî’la
duxûlî ’etbeyî «’en» fasîle le tîrî cefîr
elîf nekîre û bêgane, nayete te’rîf
’elem muşabîhî ẍeyr û mulazîmî tenkîr